Pirsiyarêt winda!
Yan Çiloniya têgehiştin û
vekolîna edebê dînî
Dr. Xelîl Cindî
Ber bi têgihiştina felsefa êzidiyatiyê:
Di çîrok u çîvanokêt Êzidiya da, di
edebê wanê dînî da, di cil u bergê wan da, di gelek rê û resman da,...hindek
tişt xoya dibin ku wekhevî u girêdaneke wan bi gel u baweriyêt kevin ve heye,
yan hindek gotin u zarave di edebê dînî da tên, divê mirov li ser bisekine u
bizane koka wan ji kêder hatiye, erê; her hosa u bi xorayî ew gotin keftîne nav
kulturê dînê Êzidiya ( qewil, du´a, beyt,...).