|
Dîn
çand
Antropolojî
Gallery
Muzik
Giþt
|
|
|
| | Wednesday, 07 December | | · | ROJ TV |
| · | Konferansa Kurdan a di Parlemetoya Ewropayê ya li Bruksela paytexta Belçîkayê îr |
| Tuesday, 06 December | | · | Çirawîskên Ronahiyê |
| · | Cejnên we piroz bin ! |
| Monday, 05 December | | · | ÞERME |
| · | Ji KNK’ê bo bûyerên li Baþûr banga çareseriyê |
| · | Serok Barzanî bang li xelkên Mesîhî û Êzîdî kir û got ku ev welat welatê we ye j |
| Wednesday, 30 November | | · | Bernama Ferheng û torê Kurdîya Radioyoya Dengê Emrîka |
| Tuesday, 29 November | | · | BEREVOKA EMERÎKÊ SERDARE TEZE |
| · | Tirk bi Trênê hatin Elmanya,lê Kurd? |
| · | Cejnê gelê me piroz bin ! |
| · | Rewakirê jiyanê û bextewariyê |
| · | kanal 10 dest bi weþana asayî dik |
| Saturday, 26 November | | · | Konferansa sêyemȋn yê mala Ȇzȋdiyan li Oldenburg a çandȋ bi |
| Wednesday, 23 November | | · | Barzanî: Mitterand ji bo kurdan rondik dirijtin |
| · | Barzanî: Hêja bû Danielle Mitterand weke |
| · | Romana Newaf Mîro |
| · | Li Baþûrê Kurdistanê ji bo Mîtterrand rojek þîn hat îlankirin |
| Wednesday, 16 November | | · | DI 70 SALIYA MUZÎKZANA KÛRD Dr. NÛRA CEWARÎ DE |
| Monday, 14 November | | · | Pêwîstiya Ezdahiyan bi xwandegehên ku hest û berjiwendiyên kesayetiyê di ser ya |
| · | MUZÎKZANA KÛRD – Dr. NÛRA CEWARÎ - 70 |
| Monday, 07 November | | · | Pîrozbahî ji bo cejna Qurbanê |
| Wednesday, 02 November | | · | Ji sala 2003-an ve nêzîka 7 hezar Êzdî hatine terorkirin |
| · | Êzidiyên bakur û ….. Daxwaziye milk û milakan |
| · | Hebûna Gelê Kurd Li Sûriyê |
| Tuesday, 01 November | | · | Êzîdiyê ku Swêdê dersînor kiribû, hat serjêkirin |
| Wednesday, 26 October | | · | Encama þêwra Nateweyiya Kurdistanê 23-24.10.2011 |
| Monday, 24 October | | · | Kanal 10 dest bi weþanê dike!.. |
| Saturday, 15 October | | · | Cejna Cimaya ÞÎXADÎ BI COÞEKE MEZIN HATE PÎROZKIRIN |
| · | Konferansa Êzîdiyan hate astengkirin: Pir kes hatin binçavkirin |
| · | KITÊBA XANNA OMERXALÎ LI SER ZIMANÊ KURDÎ DERKET |
| · | Dê sibe konferansa Êzidiyan bê lidarxistin |
| Thursday, 29 September | | · | Heca Êzdiyan |
| · | 'Gava dewleta 'Romê' li Êzidiyan hate xezebê' |
| · | Þikir ji Xwedê ra, ola Êzdîtiyê li nav welatê Rusya û Gurcistanê de weke oleke s |
| Thursday, 22 September | | · | Danasîna Du Pirtûkên Helbestvan Kamîran Simo |
| · | ARZÛYÊN JANKÊÞ |
| · | ama Þaredarê Êlihê Nejdet Atalay |
| · | Mûsa Zaxuranî, Birako! |
| · | Kombone kadêrin Partî Demokratî Kurdistan li Berlîn |
| Monday, 12 September | | · | hatime jibîrkirin |
| · | Di 70 Saliya Dr. Tosinê Reþîd De Çend Gotin Ji Qamiþlo |
| · | Simînara birêz Nizhat Dolemarî li Hannover/ Almanya |
| Tuesday, 06 September | | · | WEGERA MAL Beþa dawî |
| · | Xewna tirsiyayî |
| Friday, 02 September | | · | 3’emîn Kongreya Platforma Hunermdê Kurdê Êzidi bi dawî bû |
| · | Beriya Mêrdînê Û Qaçaxî- 28 - |
| Wednesday, 31 August | | · | Ji Qamiþlo Em 70 Saliya Dr. Eskerê Boyîk pîroz dikin |
| · | Di nav endamên civaka Êzdiyên li Almanya yê dijîn de mirovên ku dawî li jiyana |
| · | WELATÊ DORPÊCKIRÎ!!! |
Nivîsên kevn
|
|
|
 | | | | Berhemeke nû ya
Ehmedê Xanî hate dîtin
Berhemek nû yê helbestvanê kurd ê mezin û zanyarê
kurd Ehmedê Xanî, ku heta nedihat zanîn, di bodruma mizgeftek a bajarê Konya ya
Tirkiyeyê de hat dîtin. Tê texmînkirin ku Xanî vê berhema xwe ji bo xwendekarên
di medreseyê de dixwînin nivîsandiye.
| |
|
|
|
| | Li Ewrûpa
ji ber sermayê 160 kes mirin
Kawa Emîn
Stockholm:
Ev du heftiye
pêleke befir barîn tevayî Ewrûpa, bi taybet jî Rojavayê Ewrûpa û navçeyên
Balkanan girtiye nava xwe. Li gor daxuyaniyên meterolojiyê wê sermaya li Ewrûpa
heta dawiya vê hefteyê jî bi vî awayî berdewam bike ku bûye sedemê mirina bi
sedan welatiyan. Li gor agehdariyan heta niha 160 kes ji ber sermayê jiyana xwe
ji dest dane. Heta niha li hinek cihan pileya sermayê ketiye di bin sifrê de.
| |
|
|
|
| | Zeyta zeytûnan
û rûnê gulberojan bo dil ne xirabin
Hewlêr:
Êdî xwarina xwarinên sorkirî nabe sedema pêketina bi nexweşiyên dil wek ku
hatiye belavkirin, lê bi mercê ku ev rûnê xwarin pê tê sorkirin zeyta Zeytûn yan
zeyta Gulberojan be. Nûtirîn lêkolîna Îspanê ku di kovareke pizîşkî ya Birîtanî
de hat weşandin derxist holê ku têkiliya navbera xwarina xwarinên sorkirî ligel
çêbûna nexweşiya dil tune.
| |
|
|
|
| | Mafê kurdan heye dewleteke
serbixwe ragihînin
Endamê
Fraksyona Kurdistanê yê Parlamentoya Iraqê Dr. Seîd Resûl diyar kir ku li gel
kurd her hewl didin nakokiyên nava Iraqê çareser bikin, erebên Iraqê ji bo
kurdan pirsgirêkan derdixin û got: “Mafê kurdan jî heye wek neteweyên din bibin
xwedî dewleteke serbixwe û îlankîrina vê ne kufir e.”
| |
|
|
|
| | Encamnameya
Medyaya Kurdî aþkere bû
KOLN - Konferansa Medyaya Kurd a ku duh li Kolnê li dar ket,
danê êvarê bi dawî bû. Di konferansê de bal hate kiþandin ku di mijara pêkanîna
yekitiya Kurdistanê de rolek pir mezin dikeve ser milê çapemeniya Kurd û her
wiha, encamnameya konferansê hate aþkerekirin.
| |
|
|
|
| Anonymous dinivîse Divê Êzîdî xwe mîna „qelemnas“ bawer bikin!
Tariq Hemo
tariqhamo@googlemail.com
Beriya demekê min gotarek birêz Dr.Ilhan Kizilhan bi navê „Integrasyona Kurdan li Almanya: Serxwebûna Diaspora Kurdan” xwend. Tiþtê ji min re balkêþ û girîng ew bû ku “Perwerda Kurdên Elewî û Êzîdiyan heman heman wek ya xwendevanên Alman bilinde”. Ev agahiyek baþ û cihê kêfxweþî û þahnaziyê ye. Hêviyek e ku dikare bibe bingehek xwegirtî. Dibe ku demek were ku Êîzdî jî xwe mîna “miletê qelemê” bidin qebûlkirin.
| |
|
|
|
| | Rêwiyo!
Konê Reþ
Rêwiyo! Salê barkir û xwe
nû nekir, em jî li ser
negiryan.. Eger sal li ser xwe girya be, ji mafê wê ye, ji ber ku dawiya her
tiþtî tal e.. Erê Rêwiyo, salê barkir û rêka te dirêj e.. Tu di nav salan de
çûyî, êdî nema tu dikarî wek berê, poþan
li salan xînî û wan di piþt
guhên xwe re bavêjî..
| |
|
|
|
| | Romana Newaf Mîro
"Bend" derket
KNN/Pirtûk Romana Newa Mîro a bi navê "Bend" ji nav weþanên
HAN derket. Ev berhem duyemîn romana nivîskarî ye. Rromana "Bend" ceribandineke
balkêþ e di derbarê nirxandineke îronî û helsengirtineke di navbeyna kesayetên
cûrbe cûr yên netewên cûda (Kurd, Alman û Tirk) û rexeneyeke civakî û edebî ya
li ser polîtîkaya asîlîmasyona ser zimanê Kurd de.
| |
|
|
|
| Xaka kurdên li Ermenîstanê tê firotin
ÊRÎVAN - Komîsyona li Dijî Nijadperestî û Nexweþbîniyê ya Ewropayê (ECRI) diyar
kir ku hikûmeta Ermenîstanê dest dideyne ser xaka Kurdan û difiroþe û ji ber vê
yekê rexne li hikûmeta Ermen kir. Komîsyonê xwest ku ev zextên li ser Kurdan bi
dawî bibin û çareyeke ji vê pirsgirêkê re bê dîtin.
| |
|
|
|
| Anonymous dinivîse Analiziya Cejna Êzî
Pîr Êzdîn Pîrê Reben
CE JNA ÊZÎ
Di nav ayinên Ola Êziyan (Êzdiyan, Êzdahiyan) de Cejina Êzî mezintr û Fertirîn Cejn e. Aya ku roja Tausî-Melek e. Cejna ÊZÎ li ser her Êzdiyekî ferre her Sê ro-jan bigrin! Xwedê, jibo xatirê van hersê ro¬jan li mirovan hatiye rehmê, ROJ ji tariyan rizgar kiriye û bo mirovan bexiþandi ye, le¬wra jî ev Cejin li ser mirovan Ferr e ! Herweha, ji hezar û yek navan„ Êzî“ jî navek ji navên Xwedê ye !
Êzî, Êzda, Ezda, Xweda, Xûda, Huda û her weha, hemû navê „Xwedê ne” ji hezar û yek navî !
| |
|
|
|
| | Careke din li
Wanê
Feleknas UCA
Piþtî
erdhejê ev çaremîn care ku ez li Wanê bûm.
Her car bi dîmenên însanên Wanê dikevim rê.
Kesên rûken, yen ku di dema hilbijartinê de, an jî di festivala meha tabaxê de
tên ber çavê min.
Dema tarî dibû û roj di nav behra Wanê de xwar dibû, dîmenêkî bêhempa peyda dibû.
Û ev dîmen dikarîbû tenê li Wanê were dîtin.
| |
|
|
|
| | Ozan Helbest Koça xwe a dawiyê kir
Ozana
gel a civaka kurdên ezdayî û endama Platforma Hunermendên Kurdên Ezdayî,
welatparêz û dilsoza gel û welatê xwe, Ozan Helbest (Hafsad Dündar) roja 20ê
meha kanûnê (20.12.2011) demjimêr di 2an de, li nexweşxaneya dewletê a bajarê
Bielefeld (Almanya) çû ser dilovaniya xwe.
| |
|
|
|
| | Germahiya Tifaq û Yekîtyê li Cejna Wesel Xwe Diyarkir!
Mala êzdiya
Wesel,îsal bi coşeke mezin.Layîqî îda êzî herikîn mekanê xwe jibo
pîrozbahiyê,isaljî bi bernameke dewlemend û mêvanên giranbiha wek
îlmdar,siyasetmedar,mêvanên biyanî û temsîla ji hemû beşên civakê li pîrozbahiyê
amadebûn,
| |
|
|
|
| | Hunermend Helbest
û Ser Dilovaniya Xwe !
Di
seride em bi navê FKÊ ( Federasyona Komelên Êzdiya ) û civaka Êzdiya li Ewropa
sersaxiyê ji malbata heval Helbest re, ji civaka Êzdiya re û ji gelê Kurd re
dixwazin. Hunermend Helbest bi navê rast Havsed Dündar di sala 1963’an de li
gundê Xanikê yê Nisêbîna Mêrdînê ji dayik bûye. Helbest ji sala 1979’an heta
niha li Almanyayê li Bîelefeldê dijît.
Helbest di sala
1995’an de li Bîelefeldê di Koma Sansar de dest bi muzîkê kir.
| |
|
|
|
| | Hunermenda kurd Helbest çû
Serdilovaniya Xwe
EMÊ BI
HELBEST Û AWAZÊN XWE HOZAN HELBEST HER BI BÎR BÎNIN.
Hozan
Helbest hevaleke meyî çalek û dilsoz bu. Heyanî dawîye jiyane xwe jibo Ol û
netewa xwe bê navber bu xizmetkare çand û hunere kurdî. Em wek Platforma
Hunermendên Kurdên Êzîdî, sersaxîyê ji malbata Hozan Helbest re dixwazin. Em di
bêjin bila serê gelê me û civake Êzdî saxbê. Em soza berdawamkirine tekosîne
Hozan Helbest didin. Bila serê hemû endamên me saxbê.
| |
|
|
|
| | CEJNA ÊZÎ BI COŞEKE MEZIN LI KEVELAER HATE PÎROZ KIRIN
Îsaljî
wek salên derbasbû î,mala êzdiyan Emmerich li herêma kevelaer bi tevlîbûnek
girseyî ji hemû beşên gel,civakê û mêvanên taybet cejna êzî di asta herî bilinde
pîrozkirin.
Despêkê jibo cangoriyê 73 fermana û şehîdên kurdîstanê rêzgirtin.
| |
|
|
|
| | Li Bremenê coşa Cejna Êzî
Cejina Êzî ya di
baweriya ola Êzdiyatiyê de cihekî gelek girîng digire û xwediyê dîrokeke gelekî
kevin e, ji xwiliqandina Adem û Hawa ve, bi mebesta pîrozkirina afirandina
cîhanê û mirovahiyê ji aliyê Xwedanê mezin ve, li gor salnameya mîladî hersal di
îna piştî 13eyê meha kanûnê de tê pîrozkirin.
| |
|
|
|
| | Êzidiyên dawî cejna xwe di bêdengiyê de pîroz kirin
QUBÎN -
Cejna Êzî ya êzidiyan li welatên cîhanê bi reng û awayên cûda tê pîrzokirin.
Nêzî 100 hezar êzidî li Elmanyayê dijîn. Êzidiyên li Elmanyayê di komeleyên xwe
de li hev civiyan, êzidiyên li Qubînê dijîn jî nêzî 100 kesî ne. Cejna xwe ya
îsal di nava bêdengiyê de pîroz kirin.
| |
|
|
|
| | Bûyarên Zaxo û pirsgrêka
Êzdîyan
Eskerê Boyîk
Bûyarên êvara 2 ê Kanûnê li
bajarê Zaxo dest dan bi rastî jî cîyê fikirandinê ne. Dîdemên wê êvarê dil û
ruhê min ser û binî hev kirin…Eva çend roje ez kirime nav fikaran. Ewê rabûbûn
giþk gênc bûn.
Pêþîroja her
welatekî, ya her gelekî gêncin.
| |
|
|
|
| Anonymous dinivîse Peyama pîrozbahiyê KNK’ê ya ji bo Cejna Êzî
Ji destpêka mirovahiyê û heta weke îro, cejnên olî bûne nirxekî giranbiha yên komên xelkê û di jiyana dostanî, wekhevî û hevreyî de roleke sereke lîstine. Ola Êzdayî jî, yek ji olên ku bûye bingeha jiyana bi rûmet ya mirovahiyê û bûye bingeha nirxên giranbiha. Baþ tê zanîn ku, di nava nirxên giranbiha yên olan de, cejn cihekî taybet digirin.
| |
|
|
|
| | Serokkomar cejna Rojiyê li Êzidiyan pîroz kir
Serok Mam Celal
cejna Rojiyê li gelê Êzîdî pîroz kir.
Ev jî deqa pîrozbahiyê ye.
Xweîþk û birayên
birêz yên Êzîdî;
Ji bo hatina Cejna
Rojîtiyê, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêþkêþî we dikim, ez hêvîdarim ku ev cejna
bibe sedema vejandina biratî û xweþewîstî li seranserê Niþtîman û jiyana hemû
pêkhatiyên civaka Êraqê. Hêviya min ji we ew e ku vê cejnê di nav xweþî û aþtiyê
de derbaz bikin.
Birayê we
Serokkomar Celal Talebanî
| |
|
|
|
| Serokê Herêma
Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî Cejna Kurdên Êzîdî bi germahî pîroz kir.
Serok
Barzanî di peyama pîrozbahiya Cejna Kurdên Êzîdî de bal kişand ser bi hev re
jiyana li Kurdistanê ya birayetiyê û dest nîşan kir ku Kurdên Êzîdî beşek resen
yê vî gelî ne û hêvî xwest ku ev cejn bibe ya hemû aliyan li Herêma Kurdistanê.
Li gorî MSHK'ê, peyama Serok Barzanî:
| |
|
|
|
| Anonymous dinivîse "Divê Serokên Kurdan xwedî li Kurdên Ermenîstanê derkevin!"
Hevpeyvîn: Demhat Dêrikî
Rojnamevan û edîtora rojnameya Zagros ku di hemen demê de wergerê jî dike birêz Marînê Siyabend dilê min nehêle û der barê rewþa çapmeniya Kurdî li Ermenîstanê de axivî. Birêz Marînê Siyabend derçûyê Zanîngeha Pedagojiyê ya Êrîvanê ye û beþê psîkojiyê qedandiye. Ew Kurda Êzîdî ye ji êla Sîpkan (Bereka Þemsikan) ku di sala 1829-30 de koçberî Ermenîstanê dibin.
| |
|
|
|
| Anonymous dinivîse Pirtûka Mem Zîn ji Aliyê Enstîtuya Kelepûrê ve Derket
Ji aliyê beþê çap û vekolînê ya Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ve pirtûka (Mem û Zîn- Sê Versyonên Wê Ji Deverên Êzdiyan " digel CD bi dengê þêx Mîrza") li ber dest e, ev pirtûk ji berhevkirina nivîskar Dawid Murda Xetarî ye û ji 125 rûpelên qebare biçûk pêkhatiye. Weke diyare ku her miletek bi dastan û çîrokên xweyî lehengiyê tê naskirin, ê me jî weku miletê kurd ji bilî bi dehan dastan û çîrokên meyî Floklorî, dastana Mem û Zîn bi nav û dengtirîn dastane li cem me, û em weku miletek bêtirî nasîna me bi vê dastanê hatiye, ji loma pêdivî û erkeke li ser milê me ye, ku em vê dastanê bêtir vekolînin û deqên wê berhev bikin.
| |
|
|
|
| Anonymous dinivîse Di 25 Saliya Mihemed Arif Cizîrî de 16 C D yên Bi Dengê Wî
Bi helkefta ku di roja 17.12.2011 an de 25 sal di ser koçkirina Mihemed Arif Cizîrî re derbas dibin û wek wefadrî û rêzgirtin ji nav û dengê wî re, birêz Abdulla Rawî, xwediyê (Rawî Production), li bajarê Qamiþlo komek ji stranên rehmetî Mihemed Arif Cizîrî yên bijarte û têvel di 16 CD yan de tomar kirin û ji bo guhdar û evêndarên strana Kurdî a orjînal û resen daxistin bazarê..
| |
|
|
|
| Anonymous dinivîse Kuþtina Keça!
Newaf MÎRO
Bûyera ku li bajarê Stolzenau a Elmanya qewimî, ez ji qurm ve hejandim. Ez vê kuþtinê û hemî kuþtinên wûsa li þermezar dikim. Kuþtin ne çareseriye! Helbet ev ne hew bi civaka êzdî ve grêdayî ye. Her weha bi hemî civakên rojhelata navîn ve grêdayî ye. Bile tu kes vê kuþtinê û hemî kuþtinê wûsa bi ola êzdatiyê ve grê nede. Ev ne pirsgrêka êzdatiyê ye, ev ya pergalê ye.
| |
|
|
|
| Anonymous dinivîse FKÊ:cîhê ku îsal cejin wê lê bên pîrozkirin destnîþan kir!
Federasyona Komelên Êzdiyan bang li hemû kesên êzdi û bawermend kir, pêwîst e, em rojên cejna bikin rojên aþtiyê, lihevhatinê, rojên rêxistinî û tevgera civaka kurdên êzdi li her deverê xurttir bikin.Em wek Federasyona Komelên Êzdiyan banga xwe li hemû gelê xwe dikin kû tevlî pîrozbahiya cejna Êzî ku wê li gelêk heremê almaniya were pîrozkirin bivin.! Li ser vi esasi em cardin van cejna li hemû civaka kurdên êzdi û li tevayi gelê kurdistan pîroz dikin.
| |
|
|
|
| Anonymous dinivîse Konferansa navnetweyî Daxwazkir YE rolê xwe di danûstandinên Tirk û Kurdan de bilîze
Konferansa navnetweyîya Kurdistan a di Parlemetoya Ewropayê ya li Bruksela paytexta Belçîkayê di rojên 07 û 08.12.12 de birêve cû.
Konferansa îsal dibe konferansa 8’emîn.
Mijara konferansê jî mafên gerdûnî, diyarkirina çarenûsa Kurdan û makezagona nû ya li Tirkiyeyê bû.Konferansa ku ji aliyê Komîsyona Welatiyên YE-Tirkiyeyê (EUTCC) û Koma Çepgir a Parlementoya Ewropayê (GUE/ENG) ve het lidarxistin, demjimêr li roja çarþem 07.12 di 15.00 de di Parlementoya Yekitiya Ewropayê de dest pê kir û du rojan domant.
| |
|
|
|
| Anonymous dinivîse Yadvegera Mihemed Arif Cizîrî
(1912 – 1986)
Konê Reþ
Bêguman her miletek bi navdarên xwe tê naskirin û dîroka gelan li ser piþta navdaran tê nivîsandin, çi di warê þer û cengê de be û çi di warê zanîn û pênûs û xamê de be. Mihemed Arif Cizîrî jî yek ji wan navdarên me ye. Di heyamê ku zimanê kurdî qedexe bû, kesî newêrîbû bigota ez kurd im, wî, li seranserî 50 salî, jiyana xwe ji bo gotin û awazên strana kurdî a orjînal terxankir û di wê navê re gelek ji folklorê me ji talanê parast..
| |
|
|
|
| Anonymous dinivîse Nêçîrvan Barzanî bang li hemwelatiyên Kurd kir
Hevwelatiyên xweþtiviyên Kurdistanê, hevalên ezîz, ev dema we baþ...
Mixabin, careke din alozî û têkdan, dûr ji hemû qanûn û ayasayan li hindek deverên herêma Kurdistanê çê bûn ku vê yekê jî em gelek dilgiran kirin. Vê carê dûr ji peyrewê ol, kultur û rewiþtên civakî çend kesekan dixwest diyardeya têkdan, þewitandin û wêrankirinê bîne Kurdistanê. Bê guman ev jî diyardeyeke xerîbe bo xelkê Kurdistanê. Em hertim þanaziyê bi wê yekê dikin ku, gelê me kultura hevqebûlkirinê peyrew dike û di dirêjahiya dîrokê de her wesa bûye. Ji ber hindê ji bo vê diyardeye xerîb tu hêcet nînin.
| |
|
|
|
| |
|